Sereke

SOHR eşaretîya derheqa krîzeyêda dide, ya ku rûyê kêmbûna ava çemê Firatda pêşda tê

Merkeza Sûrîyayêye mafên mêriv elam kirîe,wekî ava çemê Firat kêm dibe.Ev yek nenihêrî wê yekê diqewime, wextê ku hukumata tirka elam dike, wekî rîya avê vekirîye û ew têra Sûrîyayê dike.

“Feqet, Tirkîya dîsa  rîya avê dide girtinê û rûyê wê yekêda dereca avêye nava çemda kêm dibe. Tûrbînên stansîya êlêktrîkî naxebitin û li nehîya Cizîrê jî nerazîbûnên  cimetê rûyê wê yekêda pêşda tên, wekî Tirkîya avê digre, ya ku dikeve çemê Firat”,- teşkîleta mafparêz nivîsîye. Ji 15-ê gulanêda hukumata Tirkîyayê dîsa avê kêm berdide. Rûyê wê yekêda pirsgirêk nava malhebûna gundîtîyêda û destanîna ênêrgîya êlêktrîkîda pêşda tên.Anegorî  elametîya teşkîleta  mafparêz , ava li Reqayê û Dêyr Zorê û usa jî li cêrge nehîyên Îraqê kêm bûye.

“Em eşaretîyê didin wekî krîzeya nû dikare pêşda bê, rûyê çida ji sê mîlîona zêdetir  cimet li Sûrîyayê wê zyanêkeve, çimkî ava vexwerinê wê tunebe, ênêrgîya êlêktrîkî jî wê neyê deranînê”,-teşkîletê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button