Sereke

Komîsîya hilbijartina: 22 partîya û 4 koalîsîya bona tevbûna tevî hilbijartina hatine rêgîstrasîyakirinê

Bona  hilbijartinên parlamêntîêye 2O-ê hezîranê, 22 partîya û 4 koalîsîya hatine rêgîstrasîyakirinê. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya hilbijartina  Tîgran Mûkûçyan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî girêdayî wê yekêra xercên derbazkirina hilbijartina diha zêde dibin, çimkî ewê mecbûrbin diha gelek byûlêtênên hilbijartina hazirkin. Mûkûçyan gotîye, wekî piştî hesaba ewê bi hûrgilî pirsên derheq fînansekirina hilbijartinada raberkin. Bi wê yekêva tevayî Mûkûçyan serda zêde kirîye wekî kampanîya hilbijartinê wê 7-ê hezîranê destpêbe.Polîsîyayê pêşda elam kiribû, wekî    2 581 93 welatî dikarin tevî hilbijartinabin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button