Sereke

Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê hêvîdare ku halê dora sînorê ermenîya-azêrîya wê bi rîya dîplomatî rastbe

Organîzeya  Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê hazire  piştgirîyê bide Ermenîstanê û Adirbêcanê, bona sazkirina atmosifêra aminayê bona ku halê sert bê milahîmkirinê. Derheqa wê yekêda ji  sedirtîya organîzeyê ragîhandine û derheqa wê yekêda sedira organîzeyê, wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê wextê qisên tevî wezîrên  Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der gotîye. Wextê wan qisa, ewê helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil girîng hesab kirîye. “Seroka organîzeyê hazirîya bona helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil silav dike û hêvîdare ku hevraxeberdan wê berdewambin, ku nava wedekî kurtda wê bighîjine helkirina dîplomatî.Hatîye dîyarkirinê, wekî seroka organîzeyê hazire piştgirîyê bide sazbûna atmositfêra aminayê, nava kîjanêda alî dikarin hevraxeberdanên xwe berdewam bikin”,- Armênprêssê ragîhandîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button