Sereke

Qedexeya eşîyayên tirka û vekirina rîya: bîznês derheqa halda çi difikire?

Pirsên bîznêsa ermenî sala 2O18-a sînorkirinên sûka cî û dijwarîyên rêsûrsên fînansî bûne. Niha pirs nava rîska bilindbûna bahê peraye, qewînbûna sîyasî û firotana eşîyaye. Girêdayî wê yekêra lêpirsîn hatîye derbazkirinê.Anegorî lêpirsînê, nêzîkî 4O selefê serwêrtîya dide dîyarkirinê, wekî ew hazir dibin învêstîsîyayên paşdaêxistî mîyaserkin, lê deh selef jî dixweze wana bide zêdekirinê. 5O-î selefê mayîn dixweze ji învêstîsîya dûr bimîne yan jî projeyên destpêkirî bide kurtkirinê. Çi ku derheqa eşîyayên tirkadane, ew qedexe ji 1-ê meha çileda hatîye pêşdakişandinê û nava gelek merivada hatîye dîyarkirinê, wekî ew yek mecaleke başe ku ew eşîyayên xweye çêkirî bidine pêşxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button