Sereke

Wezîreta Adirbêcanêye karên der bi durûtîya bê sînor bangên derheqa azaberdana dîlên erenîda şirove kirîye

Wezîreta Adirbêcanêye karên der bi durûtîya bê sînor bangên derheqa azaberdana dîlên erenîda şirove kirîye û cara bi sirê hemû tişt cûrekî mayîn raber kirîye. “Bekûîya resmî piştgirîyê dide bangên civaka navnetewî, yên bona helkirina pirsgirêka li ser hidûdê ermenîya-azêrîya û dêlîmîtasîya, û derbazkirina dêlîmîtasîyayê, usa jî dêmarkasîyayê”,- wekîla wezîreta Adirbêcanêye karên der Lêyla Abdûlayêvayê gotîye. Bi wê yekêva tevayî, hetanî roja îroyîn dinîyayêda tiştê usa tune, dema ku heleqetîyên dîplomatî di navbera du dewletada tunene û ew dêmarkasîyayê dikin.

“Me gelek cara elam kirîye, wekî em piştgirîyê didine bangên sistkirina halê pêşdahatî. Usa jî dîyare wekî Adirbêcan piştgirîyê dide pêşnîyara derheqa sazkirina komîsîya bona dêmarkasîyayê û dêlîmîtasîyayê”,- Abdûlayêvayê gotîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî wextê derbazkirina dêmarkasîyayê û dêlîmîtasîyayê pêwîste ku bi qedir nêzîkî yektîya têrîtorîyayên herdu welata bibin. Bi şirovekirina elametîya hemsedirên koma Mînskê, Abdûlayêvayê daye dîyarkirinê, wekî “Adirbêcanê, wextê mîyaserkirina provokasîyayên dijî hêzên wan, şeş qulixçîyên ermenî dîl hildane” / hêzên azêrîya wî çaxî ji sînorê Ermenîsanê ji kîlomêtrek û nîv-du kîlomêtr û nîv dûr bûne/.

“Wî çaxî wextê ku mînên dijî tanka, yên ku Ermenîstanê li topraxên Adirbêcanêye azakirî cîhwar kirine, herroj qezîyayê bona meriva raber dikin, Ermenîstan derheqa cîhên wan mînada înformasîyayê nade. Bi vî cûreyî, pêşîya pêşnîyara bona peguhartina dîla, hemsedir gerekê guhdarîyê bidine ser menîyên girtina wan”,- ewê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî hemsedir dikarin rola xwe nava îşê çareserkirina aramîyêye li herêmê bilîze.

Ev elametîya durû, ya wekîla  wezîreta Adirbêcanêye karên der tu sînora nas nake. Adirbêcan xalên elametîya sêalî naqedîne, yektîya têrîtorîya Ermenîstanê diteribîne.Û hema Adirbêcanê jî wextê şêr sîlihên qedexekirî didane xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button