Sereke

Fransîya li rex Ermenîstanêye, hûn dikarin niha û pêşerojêda jî gumana xwe bidine ser wê yekê: hevdîtina Nîkol Paşînyan û Jêrar Fêran derbaz bûye /vîdêyo/

Borcbirê  serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol  Paşînyan nava doranên seredana li Fransîyayê rastî serokê parlamênta Fransîyayê Jêrar Fêran hatîye.Jêrar Fêran seredana  Nîkol Paşîyane li Parîzê silav kirîye, roja bûyîna wî pîroz kirîye û bo wî açixî xwestine. Nîkol Paşînyan bona qebûlkirina germ razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstanê nava hemû wededa piştgirîya Fransîyayê texmîn kirîye.

“Gilî ne tenê derheqa şuxulkarên sîyasîdane. Mehekê pêşda li Ermenîstanê lêpirsîn hatibû derbazkirinê û pirs dabûn ku kîjan welatî hesab dikin çawa dosta Ermenîstanê. Piranîya wan meriva Fransîya hesab kiribû çawa dosta Ermenîstanê. Em hewaskarin ku hazirîya Fransîyaêye li Ermenîstanê diha mezinbe”,- Nîkol  Paşînyan gotîye û berfirehbûna bîznêsa  fransîye li Ermenîstanê girîng hesab kirîye. Borcbirê serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî nava heleqetîyên dualîda beşa êkonomîkî  gerekê diha giranbe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button