Sereke

Gavên bona paşdavegerandina dîlên ermenîye ji Adirbêcanê wê berdewambin: serokê Sênata Fransîyayê gotîye Paşînyan

Nava dorana seredana xebatêye li Fransîyayê, borcbirê serekwezîrê Ermenîstnê  Nîkol Paşînyan rastî serokê Sênatê Jêrar Larşê hatîye.Jêrar Larşê seredana dêlêgasîya Nîkol Paşînyane li Fransîyayê silav kirîye û girêdayî roja bûyîna wîra ew pîroz kirîye. Serokê Sênatê seredana serekwezîrê Ermenîstanêye li Fransîyayê  girîng hesab kirîye.Jêrar Larşê daye dîyarkirinê, wekî Sênat jî wî alîda gava diavêje û aktîvbûna şuxulkarîya koma Mînskê girîng hesab dike, ya bona helkirina pirsgirêka Qerebagê. “Pirsa dîlên leşkerîye li Adirbêcanê me li ber parlamênta Avropayê bilind kirîye û parlamênta Avropayê bi rêzolyûsîyayê pêşda hat. Em bi vê yekêva şuxulkarîyê ser hevda naynin û emê gavên xwe berdewamkin”,- Jêrar  Larşê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button