Sereke

Li Ermenîstanê gelek bername hene, nava kîjanada tevbûna Fransîyayê bona me gelekî girînge:Nîkol Paşînyan

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan û Fransîya nava heleqetîyên cudadanin.Derheqa wê yekêda Paşînyan li Parîzê, wextê hevdîtina tevî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, gotîye.

“Tiştekî gelekî girînge bidine kifşê, wekî nava vî wedeyîda cimeta ermenî, Komara Ermenîstanê, her dem piştgirîya Fransîyayê û ya serokê wê Makron texmîn kirîye. Tiştekî girînge, wekî Makron hema ji roja krîzeya herêma meye ewlinda, bi zimanê rastîyê xeberdaye û ew deng li temamîya dinîyayê tê guhdarkirinê. Dixwezim bêjim, wekî Fransîya û Makronê serok wê yekê berdewam dikin û ev yek bona altkirina krîzeya li herêma me gelekî  girînge”,-borcbirê serekwezîr gotîye.Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî rola Fransîyayê jî çawa hemsedira koma Mînskê girînge.

“Ez gelekî şame, wekî piştî şêr, hemsedira sê elametî belav kirine, bi kîjana ew didine kifşê ku hazirin hevraxeberdanên dora pirsgirêka Qerebagê bidine dasekinandinê”,- borcbirê serekwezîr gotîye. Bona piştgirîya hûmanîtarî, Paşînyan razalixî elamî Fransîyayê kirîye. Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan tevbûna Fransîyayê bilind qîmet dike û cimeta Ermenîstanê dixweze ku ew tevbûn berfirebe, bi taybetî nava wê yekêda, wekî Fransîya hemsedira koma Mînskêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button