Sereke

Nava xebatên bona vekirina rîya fikirdarîya «sivder» ji alîyê Ermenîstanêda nehatîye gotûbêjkirinê û wê neyê gotûbêjkirinê: Mhêr Grîgoryan derheqa elametîya Elîyêvda

Nava hemtêksta vekirina  tevgirêdanên transportêye li herêmê, mecalên bona vekirina rîya hesinîye hêna Yektîya Sovyêtê tên kifşê, wextê kîjana mecalên cîhguastina baraye anegorî qewilên wekehev tên ber çeva.Derheqa wê yekêda bocbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan gotîye. Em bêjin, wekî pêşda serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kiribû, wekî nava pirsa vekirina rîyada koma xebatêye sêalî gihîştîye encamên baş.

“Anegorî xalên elametîya 11-ê meha çile, ji alîyê koma pêşezanîyêda xebatên lêkolînîye berfireh hatine kirinê. Ew lêkolîn derheqa cîguhartina baradanin, yên bi rîya hesinî û usa jî bi rîya avtomobîla”,- Grîgoryan gotîye. Bi gotina  borcbirê cîgirê serekwezîr, niha lêkolînên teşkîlkirina wê govekê tên derbazkirinê. “Niha diha zêde vekirina rîya hesinîye hêna Yektîya Sovyêtê û dasekinandina rîya ber çevaye. Bi fikira min, pêşerojêda xebatên koma sêalî wê berdewambin û ew xebat wê dora van mecala bêne mîyaserkirinê”,- Grîgoryan gotîye. Ewî careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî wextê wan xebata fikira “sivder» Ermentanê ne gotûbêj kirîye û ne jî wê gotûbêj bike.

Em bîr bînin wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîvêy elam kiribû, wekî alîyê ermenîya «pirsên derheqa sivdera Zangêzûrêda» lêkolîn dike. Derheqa vê yekêda ewî wextê hevdîtina tevî dêlêgasîya Tirkîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button