Sereke

Qulixdarîya Ermenîstanêye sêysmîkî li herêmê çawa yeke baş tê hesabê: Pîloyan

Qulixdarîya  Ermenîstanêye  sêysmîkî li herêmê  çawa  yeke baş tê hesabê. Fikira wî cûreyî borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî halên qeydeder Andarnîk Pîloyan elam kirîye.

«Bi hazirîya têknîkî û teşkîla admînîstratîv stansîya Garnîêye sêysmîkî û usa jî temamîya sîstêmên li herêmê tê hesabê çawa ya here baş»,-Pîloyan gotîye.

Bi gotina wî, qulixdarîya Ermenîstanêye sêysmîkî ne tenê tevî qulixdarîyên herêmê, lê usa jî tevî qulixdarîyn  ŞAY, Fransîyayê û welatên mayîn hevkarîyê dike. Ewî serda zêde kirîye, wekî wextê prîvatîzasyîakirinê, zyan  tune bûye û hemû stansîyayên sêysmîkî bi bi têknîkêva hatine razîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button