Sereke
Organîzeya Netewên Yekbûyî nava pênc salada wê piştgirîya 23O-î mîlîyon dolarî bide Ermenîstanê

Borcbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û koordînatorê Organîzeya Netewên Yekbûyî li Ermenîstanê Şombî Şarp dokûmênta derheqa hevkarîya salên 2O21-2O25 îmze kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî anegorî qayîlnivîsarê, Organîzeya Netewên Yekbûyî wê piştgirîya 23O-î mîlîyon dolarî bide cimeta ermenî. Dokûmênta ji alîyê Mihêr Grîgoryan û koordînatorê organîzeyêda îmzekirî, dokûmênta organîzeyêye stratêcîye girînge, ya ku xebata nava pênc salada, ya sîstêmên organîzeyêye li Ermenîstanê, dide kifşê.







