Sereke
Alîyê pêşxistina êkotûrîzmêda Ermenîstan gava diavêje: welatîyên bîyanî wê govekê hildibijêrin
Bona wezîreta Ermenîstanêye dor-bera êkotûrîzm alîkî tûrîzmêyî kifşe û niha bona pêşxistina wê yekê gav tên avîtinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî dor-bera Romanos Pêtrosyan gotîye.
Nava goveka Ermenîstanêye parastina tebyetêda êkotûrîmz rola pêşin dilîze, çimkî gilî derheqa têrîtorîyayên parastîdane, li kîderê dêr, heykelên çandî- dîrokî, kela û cîhên bedewe başqe hene.Pirsa me ewe, ku zyanê negihînine vê hebûnê, xweykin, biparêzin, usa jî paqij xweykin û teslîmî nisiletên mayîn bikin. Êkotûrîzm vî alîda bûye beşeke tûrîzmêye girîng”,- Pêtrosyan gotîye.