Sereke

Anegorî înformasîyayên tirka, nava şerê 44 rojada hejmara kuştîyên alîyê azêrîya dighîje 6OOO merivî…

31-ê gulanê, Adirbêcanê hesabên kuştîyên xweye wextê şerê 44 roja  belav kirîye, anegorî kîjanê alîyê azêrîya 2881 leşker û 93 binelîyên edil unda kirine. Usa dertê, wekî anegorî înformasîya azêrîya, hejmara kuştîyên wan dighîje 2979 merivî.

Feqet, Tirkîyayê  elam kirîye  wekî li Adirbêcanê reqema cangorîya dighîje 6OOO merivî. Bona zarokên cangorîyên azêrî Tirkîyayê pêşkêş şandine.

“6OOO malbetên azêrî , endamên kîjana wextê şerê Qerebagêyî 44 roja hatine kuştinê, wê pêşkêşa bistînin. Hetanî 2O-ê hezîranê “karwana” pêşkêşa wê li 16 bajarên azêrîya biqeside”,-kanala TRT-ê, ya bi zimanê rûsî, ragîhandîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button