Sereke

Bona berdewamkirina dîyaloga di navbera kurdada ŞAY soz daye ku hukumî li ser Yektîya Partîyayên Kurdaye Miletîyê bike

“Hevraxeberdanên tevî Yektîya Partîyayên Kurdaye Miletîyê ketine nava hesarê.Ew yek rûyê axavtina Aldar Xelîlda qewimîye, wextê kîjana ewî hêzên Pêşmerge Roj bêhurmet kirîye”,-wekîlê  şêwira Kurdîye miletîyê Navaf Reşîd gotîye.

“Piştî cêribandinên wekîlê amêrîkî, ku atmosifêra anegor sazbe, bona ku gavên dijî şêwira Kurdîye miletîyê neyêne avîtinê, hêzên wan dîsa hukumî li ser malbetên pêşmergaye li Kurdistana Rojavayê kirin”,-Navaf Reşîd gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku yekîtîya kurda bê sazkirinê, çimkî bêyî yekîtîya kurda ewê nikaribin bighîjine helkirina pirsgirêka kurd. Bi gotina wî, alîyê amêrîkî soz  daye, ku vê yekê bide sekinandinê û atmosifêra anegor bona destpêkirina dîyalogê sazke. “Em hêvîdarin, wekî zûtirekê ew gav wê bê avîtinê, bona ku hevraxeberdana pêşeroja  nêzîkda destpê bikin”,-Reşîd gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button