Sereke

Ermenîstan çawa endama şêwira teşkîleta hemdinîyayêye tûrîzmê hatîye hilbijartinê

Civîna 67-a, ya komîsîya teşkîleta Organîzeya Netewên  Yekbûyîye tûrîzmêye herêma Avropayê, wê sala 2O22-a li Ermenîstanê  derbazbe.Derheqa wê yekêda qulixdarîya prêssayê, ya komîtêya tûrîzma Ermenîstanê elam kirîye. Qirara wî cûreyî li Atînayê hatîye qebûlkirinê, li kîderê van roja civîna 66-a derbaz dibe. Komîtêya tûrîzmê ji Atînayê behseke baş belav kirîye.

“Ermenîstan çawa endama şêwira komîsîya teşkîleta  Organîzeya Netewên Yekbûyîye tûrîzmêye herêma Avropayê, hatîye hilbijartinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Komîtêya Ermenîstanêye tûrîzmê bona wê yekê razalixî elamî wekîlên wan welata kirîye, yên ku wextê dengdayînê piştgirîya Ermenîstanê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button