Sereke

Hadad bangî parlamênta Îraqê kirîye, ku dijî gavên Tirkîyayêye li nehîyên Kurdistanêye nêzîkî sînor derkevin

Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Beşîr Hadad bangî komîtêya parlamêntêye pirsên bêqezîyabûnê û parastinê kirîye ku dijî kirinên Tirkîyayêye li rex sînor  derkevin, li kîderê Tirkîya dara dibire. Pêşda prêssayêda wêne hatibûne belavkirinê, kîjanada hatibû dîyarkirinê, ku çawa eskerê tirka dara dibire û çelên mezin dikole. Ew yek li ser sînorê tevî Kurdistana Îraqê tê kirinê.Hatîye dîyarkirinê, wekî cîgirê serokê parlamêntê rastî baylozê Tirkîyayêyî li Îraqê Elî Riza Gyûnêy hatîye ku vê pirsê gotûbêj bike. “Baylozê Tirkîyayê gotîye, wekî xebatên wî cûreyî li ser têrîtorîya Tirkîyayê tên kirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Hadad bangî komîtêya bêqezîyabûnê kirîye, ku gavên anegor biavêjin.Ewî daye zelalkirinê, wekî bombebarandinên ji alîyê tirkada û opêrasîyonên leşkerî hukumî li ser binelîya dikin û zyanê jî didin wan, pêra jî hukumî li ser serbixwetîya Îraqê dikin û halê di navbera herdu welatada didine sertkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button