Sereke

Zaxarova: xebatên dora helkirina halê dora Qerebagê her roj tên mîyaserkirinê

Xebatên dora helkirina halê dora Qerebagê her roj tên mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî “Îzvêstîya”-ê, wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.

“Niha şêwirdarî û hevraxeberdan tevî wezîrên karên der tên derbazkirinê. Em bi destî wezîretên karên der her roj nava pêwandîyadanin.Xeberdanên bi têlefonê, yên wezîrên karên der tên belavkirinê û ji alîyê welatê meda  cedandinên mezin bona helkirina hal tên xebitandinê”,- Zaxarovayê gotîye. Bi gotina wê, gilî ne tenê derheqa cedandinên sîyasî, lê usa jî derheqa cedandinên serokatîya welête dîplomatî û yên şexsîdane. “Usa jî rola aşîtîparêzên me heye, yên ku her roj hêzên xwe didine xebatê, bona ku hal bidine rastkirinê. Bo wê yekê jî rola aşîtîparêzên rûs meriv nikare hesab hilnede”,-Marîya Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button