Sereke

Gelo eva cêribandina xilazkirina sifete?: OPBK wê li Ermenîstanê telîmên leşkerî derbazke

Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv qirar kirîye ku li Ermenîstanê telîmên leşkerî bide derbazkirinê. Ev elametî piştî wê yekê belav bû, dema ku Nîkol Paşînyan pêşnîyar kir, ku dîtindarên navnetewî li ser sînorê Ermenîstanê cîhwarkin.

“Telîmên leşkerîye ku gerekê li Ermenîstanê bêne derbazkirinê, elametîya tam nîne û bersiva berbirîbûna Yêrêvanêye tam nîne”,- Hakob Badalyanê şiroçî gotîye. Bi qîmetkirina wî, qirara derheqa derbazkirina telîmên leşkerîda yan gava bona nîşandayîna heyîna sîstêmêye, yan jî xilazkirina sifetê wêye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî  Nîkol Paşînyanê borcbirê serekwezîr, bona milahîmkirina hal berbirî dîtindarên avropî bibû û  telîmên organîzeyêye leşkerî meriv dikare hesabke çawa îzinnedayîna hazirîya Yektîya Avropayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li ser sînor.Heger dîplomatîya rast bê mîyaserkirinê, meriv dikare Moskvayê bide femkirinê, wekî hazirîya Yekîtîya Avropayê û Ştatên Yekbûyîye li vir destê Rûsîyayêda dikare bibe karta lîstikêye dijî Enqerê, çimkî Tirkîya her dem dewakarîyên nû raberî Rûsîyayê dike”,- Badalyan dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button