Sereke

Rojnama “Komara Ermenîstan”-ê: bingehên feş bona agrêsîya bi sirê

“Cêrge welatên dinîyayê bangî Bekûyê dikin ku hemû dîlên ermenîye leşkerî aza berdin, lê Adirbêcan dîsa hukumkirina li ser wane pisîxolocî û zêrandina berdewam dike. Hindava dîlên ermenîda îşên feş pêşda dikişînin. Adirbêcan, bi teribandina mafê navnetewî û  normên hûmanîtarî, dicêribîne ji wan mecala karê bistîne. Çend roj pêşda wezîreta Adirbêcanêye parastinê înformasîya nerast belav kiribû, anegorî kîjanê  giva yekê hezîranê 4O qulixçîyên ermenîye leşkerî sînorê Adirbêcanê teribandine û peyî wê yekêra giva hêzên Adirbêcanê ew mecbûr kirine paşda vegerine ser tabîyên xwe. Pêşîya wê yekê jî digotin, ku giva alîyê ermenî li ser sînorê ermenîya-azêrîya agir kirine, usa jî berbi tabîyên azêrîyaye li Şûşîyê. Bi vî cûreyî, bi belavkirina înformasîyayên nerast, seroketîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî dicêribîne halê sert biavêje li ser alîyê ermenî, meremê kîjanê yên bi qezîyane.Badîhewa nîne, wekî wezîreta Adirbêcanê alîyê giva pêşdaçûyîna leşkerên ermenî dide kifşê û ew alî Karvaçare. Bi vê yekê, alîyê Adirbêcanê hîmên feş saz dike bona agrêsîya leşkerîye bi sirê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button