Sereke
Rûyê şerkarîya di navbera PKK-ê û Tirkîyayêda nava mehekêda li Dihokê pênc gund hatine êvakûasîyakirinê
Nava 3O-î rojên dawîda pênc gundên li nehîya Kanî Mesîyê, rûyê pevçûyînên di navbera PKK-ê û eskerê tirkada hatine valakirinê. Derheqa wê yekêda nevsê fermî gotîye “BasNews”-ê. Nava çend hevtîyên dawîda, eskerê tirka dîsa nava têrîtorîya Kurdistana Îraqêda pêşda diçe. Serokê gundê Kanî Masîyê Serbest Sebirî elam kirîye, wekî hukumata Herêma Kurdistanê komîtêya qîmetkirina zyanê saz kirîye, ya zyana binelîyên sîvîl û malbetên wan gunda. Ewî daye dîyarkirinê, wekî pênc hezar dûnam erd, mêşe û cîhwar wextê wan pevçûyîna zyanê nektine. Nava encamên bombebarandinên tirkada çend binelîyên edil hatine kuştinê û birîndakirinê.