Sereke
Fonda xêrkirinêye Barzanî wê 24O avayên jîyînê bona wan malbetên êzdîya çêke, yên ku li qampa Şarîyayê rûyê agirpêketinada zyanê ketine
Fonda xêrkirinêye Barzanî wê 24O avayên jîyînê bona wan malbetên êzdîya çêke, yên ku li qampa Şarîyayê rûyê agirpêketinada zyanê ketine. Wekîlê fondê Dilawar Bişar gotîye BasNews-ê, wekî merkeza tevayî tevî teşkîletên navnetewî hatîye sazkirinê, bona ku bi alîkarîya berevkirî piştgirîyê bidine zyankêşên qampa Şarîyayê. Ewî gotîye, wekî zyankêşên qampê bin kontrola fondêdanin û ew piştgirîyê didine wan meriva, ji şîrê zaroka destpêkirî hetanî dû-dermanên bona koronavîrûsê.Bi gotina Dilawar Bişar, li qampa Şarîyayê hevdîtina tevî wekîlê ola êzdîya derbaz bûye.Wextê civînê hatîye qirarkirinê, wekî bona wan meriva, çadirên kîjana şewitîne, gerekê mal bêne çêkirinê, hejmara kîjana wê bighîje 24O-î.