Sereke

Baza Îraqêye avîyasîyone “Balad” careke mayîn bi rokêta êrîş kirine

Êvara 9-ê hezîranê çend rokêt dîsa berbi baza Îraqêye avîyasîyone “Balad”-ê hatine berdanê. Derheqa  zyankêşada nehatîye elamkirinê. Qulixdarîya Îraqêye bêqezîabûnê elam kirîye, wekî sê rokêt hatine berdanê, lê rûyê wê yekêda kuştî û birîndar tunene. Ev baza avîyasyîon li provînsîya Salhedînêye, li kîderê pêşda xebatkarên amêrîkî hebûn, yên ku zûva hatine cîguhastinê. Cabdarîya vê êrîşê tu kesî hilnedaye ser xwe. Feqet Waşîngton gelek cara wan koma gunehkar dike, yên ku ji alîyê Îranêda tên piştgirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button