Sereke

Lavrov: statûsa Qerebagê hê nehatîye helkirinê, lê niha gerekê guhdarîya mezin nedine ser wê yekê

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov elam kirîye, wekî pirsa statûsa  Qerebagê lazime bi tevbûna hemsedirên koma Mînskê bidine qayîlkirinê, lê niha gerekê guhdarîya hîmlî nedine ser wê yekê, lê bidine paşdahatina jîyana edile li  herêmê.

“Ez fem dikim, wekî niha gelek  meriv derheqa wê yekêda dibêjin, wekî pirsa statûsa Qerebagê nehatîye helkirinê. Ew yek gerekê bi tevbûna hemsedirên koma Mînskê bê qayîlkirinê, yên ku wê pirsa statûsê nava vê êtapêda hişyar nekin, lê dora qewînbûna pirsên hûmanîtarî, aminayê hevkarîyê bikin, bona ku ermenî û azêrî nava qewilên bêqezîyabûnê û êkonomîkîda bijîn. Ez didime bawarkirinê, wekî piştî çend sala heger em wê jîyanê bidine çareserkirinê, hemû pirsên statûsê wê bi hêsanî bêne helkirinê”,- wezîrê Rûsîyayêyî karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button