Sereke

ŞAY wê pirsa sekinandina alîkarîya bona Adirbêcanê lêkolîn bike: Blînkên gotîye Mênêndês

Wextê guhdarkirinên li komîsîya Sênatê, sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîyî dewletê Êntonî Blînkên, çawa bersiva pirsa serokê komîsîya heleqetîyên der Bob Mênêndês derheqa alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê xeberdaye. Mênêndês pirs daye û daye dîyarkirinê,  wekî ew ji qirara admînîstrasîya amêrîkî ya derheqa dayîna alîkarîya leşkerîye bona Adirbêcanê aciz bûye. “Piştî vê qirarê Adirbêcanê yektîya têrîtorîyayên Ermenîstanê teriband, ewê dîlên ermenîye leşkerî aza bernedane û ew yek teribandina mafê navnetewîye. Dema ku serokatîya amêrîkî îzina alîkarîya bona  Adirbêcanê da, me bona wana îşiqa kesk vêxist”,-Mênêndêsê sênator gotîye. Çawa bersiva wê pirsê, Blînkên gotîye, wekî  ew bi aktîvî dora wê pirsê dixebite, bi taybetî bona paşdavegerandina dîla û bi meremê helkirina dew-dozê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button