Sereke

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê bi cûrê vekirî xwe mikur hatîye wekî ew hê sazbûyî nîne

Wezîreta Adirbêcanêye parastinê bi elametîyêva pêşda hatîye û elametîyên dijî xwe belav kirine. Menîya wê yekê girtina Artûr Katanyan bûye. Em bîr bînin wekî qulixçîyê leşkerî Artûr Katanyan rûyê mijêda rê şaş kiribû û çûbû alîyê azêrîya. Elametîya wezîretêye ewlin ev bûye: “ 8-ê hezîranê li alîyê sînorê Laçînê koma ermenîyaye dîvêrsîyon derbazî alîyê azêrîya bûye. Nava encamên hişyarîya hêzên Adirbêcanê, endamê komê Artûr Katanyan hatîye girtinê, lê endamên mayîn paşda çûne. Anegorî înformasîyonên pêşda stendî, dîvêrsant xwestine topraxên Adirbêcanê bidine mînkirinê”. Dêmek, wezîreta Adirbêcanêye parastinê zanibû wekî leşkerê ermenî wê sînor biteribîne, çimkî nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî endamên komêye mayîn karibûne paşda herin.Feqet zelal bûye, wekî wezîreta Adirbêcanê fikira xwe guhartîye. Ewê elametîke mayîn belav kirîye. “ Nava encamên lêprsînêda zelal bûye, wekî Artûr Katanyan 8-ê hezîrana sala 2O21-ê li nehîya Laçînê hatîye girtinê û meremê wî dîvêrsîya nîbûye. Ewî rîya xwe şaş kirîye. Wextê lêpirsîna pêşin, şikberî hebûye wekî ew endamê koma dîvêrsîyone. Paşê alîyê azêrîya Katanyan paşda daye alîyê ermenîya”,- nava elametîya wezîreta Adirbêcanêye parastinêda hatîye gotinê.Usa dertê wekî wezîreta Adirbêcanêye parastinê pêşda elametî belav kirîye, nava xirabkarîyêda gunehkar dike, lê paşê jî wan tişta kontrol dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button