Sereke
Firegeha Begdayêye navnetewî bi rokêta hatîye êrîşkirinê
Êvara çarşemê înformasîya belav bûne, wekî firegeha Begdayêye navnetewî hatîye êrîşkirinê. Xebatkarê qulixdarîya bêqezîyabûnê elam kirîye, wekî du rokêt berdane berbi firegeha Begdayê , li kîderê hêzên koalîsîyona navnetewî hene. Ajansa “Shafaq News”-ê ragîhandîye, wekî sîstêma firegehêye bêqezîyabûnê nikaribûye êrîşê bide sekinandinê û ew rokêt ketine nava baza avîyasîyon.Hatîye ragîhandinê, wekî du êrîş qewimîne di navbera kîjanada du sehet bûne.Êrîşa duem li ser baza “Balad”-ê bûye, ya provînsîya Salhedînê.