Sereke

Wezîreta Swêdêye karên der bangî Enqerê kirîye ku êrîşên ser kurda bidine sekinandinê

Wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê elam kirîye, wekî êrîşên tirkaye li başûrê Kurdistanê, bêqezîyabûna binelîyên sîvîl dikine bin qezîyayê û dew kirîye ku prosêsa edil destpêkin.Nava elametîya xweda Lîndê gotîye, wekî nava salên dawîda Îraq ji konflîktê zyanê ketîye û qewînbûna wê ji sertbûna halê li herêmê diha zêde zyanê dikeve.Ewê daye dîyarkirinê, wekî lazime di navbera PKK-ê û hukumata tirkada prosêsa edil destpêkin. “Ew yek girînge ku hemû alî ji sertbûna hal paşda bisekinin û anegorî mafên navnetewî, bi qedirgirtina serbixwetîya Îraqê, bişuxulin.Bê guman, ev pirs derheqa Tirkîyayêdane jî. Opêrasîyonên Tirkîyayêye li bakûrê Îraqê binelîyên sîvîl û qewînbûna herêmê dikine bin qezîyayê.Bona Swêdê ev yek gelekî girînge û em her dem nava kontêksta navnetewî derheqa wê yekêda didine dîyarkirinê”,- Ann Lîndê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button