Sereke

Kilîta vekirina rêyên herêmê vekirina rêyên Ermenîtstanêye: Alêksêy Ovêrçûk

Nava doranên koma xebatêye sêalîda qisa derheqa rêyên herêmêda derbaz bûye. Kilîta helkirina wê pirsgirêkê vekirina rêyên Ermenîtstanêye, ya ku piştî serbestîyê welatekî dorgirtîye. Derhqeqa wê yekêda cîgirê serekwezîrê Rûsîyayê Alêkysê Ovkêrçûk gotîye, dema ku ewî derheqa şuxulkarîya koma xebatêye bi dereca cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê xeberdaye.“Heger sidqê qenc hebe, li Qafqasîyayê pêwandîyên transportê wê bêne vekirinê, kirîn- frotanê pêşda here, êkonomîkayên herdu welata wê qewata nû bistînin û jîyana meriva wê başbe. Tiştê girîng ewe, wekî sidqê wî cûreîye qenc heye”,- Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button