Sereke

Malpera tirkî: “Bi saya konyaka ermenî encamê konfêransa Yaltayêye baş hatîye çareserkirinê”

Malpera tirkîye “Timetürk” -ê derheqa çanda ermenî û bi taybetî derheqa şerabçêkirina ermenîda gotareke balkêş belav kirîye.Anegorî înformasîyonên dîrokî derheqa pêşdahatina cimeta ermenîye 5OOO sal pêşda hatîye dîyarkirinê.Kanîya tirkîye înformasîyon, li ser hîmê rojnama  brîtanîye “The Telegraph”-ê derheqa şerabçêkirina ermenîda daye dîyarkirinê.

“Ermenî miletê dinîyayêyî here kevinare, yê ku bi şerabçêkirinêva mijûl dibe.Rojnama brîtanî dide dîyarkirinê, wekî li komplêksa şikevtaye bi navê “Arênî 1”-êda rêça şerabçêkirinêye 6OOO sal pêşda hatîye dîtinê. Usa jî hatîye bîranînê, wekî ermenî miletê ewline ku bi dereca dewletê mesîhîtî qebûl kirîye”.Paşê miqalêda derheqa ermenîyên dinyayêda eyan hatîye dîyarkirinê. Hatîye kifşkirinê, wekî serekwezîrê Brîtanîyayêyî berê Wînston Çêrçîl konyaka ermenî vexwerîye û bo wê yekê jî serokê Sovyêtê Îosîf  Stalîn nava salên şerê hemcîhanêyî duemda bi deha qutîyên bi konyaka ermenî dişande Çêrçîlra. Hatîye nivîsarê, wekî  wextê hevdîtina Çêrçîl, Stalîn û Rûzvêlte li Qrîmê bi saya şerab û konyaka ermenî konfêrans gihîşte encamê baş. Alîkarekî Çêrçîl paşê gotibû, wekî serekwezîrê brîtanî awqas îçika Qafqasîyayê vexweribû, wekî ewî dikaribû  her merivekî aqilmend bida milahîmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button