Sereke

Wezîretên Ermenîstanê û Arsaxêye karên der seredana Êrdogane li Şûşîyê gunehkar dikin

Wezîreta Ermenîstanêye karên der seredana serokê Tirkîyayê û serokê Adirbêcanêye li bajarê Şûşîyê, yê ku bin okûpasîya Adirbêcanêdane, berk gunehkar dike û wê yekê  hesab dike çawa provokasîya dijî aşîtî û bêqezîyabûna herêmê. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.

“Tiştekî ber çevaye, wekî ev seredan piştî wêrankirina mîrata binelîyên ermenîyî ruhanî û dîrokî qewimîye, nava wêda usa jî wextê şerê tirka-azêrîyaye dijî Arsaxê û xirabkirina dêra ermenîye li Şûşîyê, pêra jî tunekirina heykelê pêşkêşî bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî”,- nava elametîyêda hatîy gotinê.

Wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê, wekî kirinên wî cûreîye ji alîyê serokatîyên Tirkîyayê û Adirbêcanêda zyanê didine qewînbûna herêmê û cedandinên navnetewî. “Ev kirinên provokasîyon elametîyên Enqerê û Bekûêye feş, yên giva derheqa helkirina pirsên tevî Ermenîstanê û cimeta ermenî eşkere dikin”,-ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.

Wezîreta karên der careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî hildana encamên agrêsîya  tirka-azêrîyaye dawî gerekê nava doranên koma Mînskêda bê kirinê.

Seredana serokê Tirkîyayêye li Şûşîyê, ya bi rêberîya serokê Adirbêcanê û endamên malbeta wî, teribandina mafê navnetewîye. Derheqa wê yekêda wezîreta Arsaxêye karên der elam kirîye.

Wezîret seredanên wî cûreîye li têrîtorîyayên Arsaxêye okûpasîyakirî çawa provokasîya hesab dike.

Wezîreta karên der dide dîyarkirinê,wekî civaka navnetewî gerekê kirinên Tirkîyayêye provokasîyon gunehkarke, çimkî seredanên wî cûreyî û fikirên ji alîyê Enqerê û Bekûêda pêşdakişandî bona bêqezîyabûna navnetewî û herêmê qezîyane û derba bi sirêye bona wan teşkîleta û sîstêma, endama kîjanaye Tirkîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button