Sereke

Ermenîstan li ser wê tabîyêye ku borcdarîyên elametîya sêalî mîyaserke: Paşînyan

Ermenîstan borcdare wan hemû borcdarîyên navnetewî biqedîne, yên ku ewê anegorî elametîya 9-ê mijdarê hildane ser xwe, lê Adirbêcan wê yekê nake, ya ku hetanî roja îroyîn dîlên leşkerî paşda venegerandine. Derheqa wê yekêda li bajarê Kapanê, borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye. Bi bîranîna wê yekê, wekî bona îmzekirina wê elametîyê wî çawa xayîn nav dikin, ewî gotîye: «Tu kes nabêje ku ezê bêm û wê elametîyê ji ortê bidime hildanê. Hûn bi xwe xayînin, heger hûn dibêjin ku ew yek xayîntîye û ez têm li wê yekê xudî derkevim».

Paşînyan bang kirîye ku teslîmî înformasîyayên nerast nebin. «Nava elametîyêda ne xebera Mêgrî, ne ya Zangêzûr, ne jî  ya sivder heye»,- Paşînyan  gotîye û daye dîyarkirinê, wekî şirovekirina wê dokûmêntê nava elametîya 11-ê meha çileye li Moskvayê hatîye gotinê. «Bi tomerî hildayî em dixwezin ku rêyên li herêmê  bêne vekirinê, çimkî ew yek çiqasî Adirbêcanêra pêwîste, awqasî jî mera pêwîste»,- ewî daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button