Sereke

Alîkarê serekwezîr hejmara merivên bêser-berate undabûyî daye dîyarkirinê

Hejmara merivên bêser-berate undabûyî mijdara sala 2O2O-î ji 1OOO merivî zêdetir bûye. Derheqa wê yekêda alîkarê borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Naîrî Sargsyan gotîye, wextê ku ewî elametîya serokê Ermenîstanêyî sêem Sêrj Sargsyan şirove kirîye. “Paşê, nava encamên lêkolînada, cinyazên merivên bêser-berate undabûyî hatine dîtinê û navên wan ji navnîşa anegor derxistine û derbazî navnîşa kuştîya bûne”,-ewî gotîye. Bi gotina Naîrî Sargsyan, îdî ji 8OO-î zêdetir cinyaz hatine naskirinê, nava encamên çida jî îro hejmara merivên bêser-berate undabûyî dighîje 275 meriva.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button