Sereke

Li Ermenîstanê îro hilbijartinên parlamêntîyê derbaz dibin

Îro li  Ermenîstanê hilbijartinên parlamêntîyêye ji sire der derbaz dibin. Cîhên hilbijartina ji seheta 08:00-da vebûne. 25 hêzên sîyasî, nava wanda 21 partîya û 4 koalîsîya, tevî hilbijartina dibin. Bijarvan wê byûlêtênên anegorî wan hejmarên hêzên sîyasî bistînin, wê ji wana yekî bibijêrin, bikine pakêtê û biavêjine sinduqê. Bijarvan li ser byûlêtênê wê bi qelemê tu tiştî nekin.Bona belavkirina behsên derheqa hilbijartina, 49 wekîlên mêdîya bîyanî û 68 yên cîh xwe hazir kirine. 8 organîzayên navnetewî û 19 yên cîh dîna xwe didine hilbijartina. Li Ermenîstanê îzina 2 mîlîyon 583 hezar 823 merivî heye ku tevî hilbijartina bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button