Sereke

Moskva nava hilbijartinada serkeftina partîya Paşînyan ya li ser xwe guman dibîne: Pêskov

Berdevkê serokê Fêdêrasîya Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov elam kirîye, wekî Krêml dîna xwe dide halê girêdayî hilbijartinên Ermenîstanêra û dixweze wekî qirara cimetê alî bike ku welat derbikeve ser xeta pêşdaçûyîna qewîn.

“Em înformasîya derheqa hilbijartinên li Ermenîstanê silav dikin wekî hilbijartin derbaz bûne. Bêguman, em dibînin, wekî partîya Paşînyan ser ketîye. Em cimeta ermenî girêdayî bijartinara pîroz dikin. Bêguman, em dixwezin wekî ev bijartina cimeta ermenî alî bike ku wan dijwarîya altkin, yên ku  niha li welêt hene û welat derbikeve ser xeta pêşdaçûyînêye qewîn”,- Pêskov gotîye û bersiva wê pirsê daye ku Moskva çawa encamên hilbijartinên li Ermenîstanê qîmet dike û  fikira Moskvayêye hindava hevkarîya tevî Yêrêvanê çi cûreyîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button