Sereke

Em nava doranên koma Mînskêda dixebitin ku bighîjine helkirina pirsgirêka Qerebagê: seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê

Em nava doranên koma Mînskêda dixebitin ku bighîjine helkirina pirsgirêka Qerebagê. Derheqa wê yekêda seroka Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Hêlga Şmîdê, wextê hevdîtina tevî  wezîre Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, gotîye.Hêlga Şmîdê usa jî gotîye wekî merem heye ku dew-dozên başqeva mijûlbin. Sêrgêy Lavrov sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî ew hêvîdare ku fikirên bi hûrgilî pevbiguhêrin.

«Dew-doz blokeke pirsgirêkaye cuda ye, bi kîjanava  Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê mijûl dibe. Ez dixwezim usa jî derheqa Ûkraînayê, Rexdnêstrê û gotûbêjkirinên derheqa Qafqasîyayêda bêjim. Çawa ku li cem me dibêjin, tiştên kirinê hene»,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button