Sereke

Koalîsîyona “Ermenîstan” wê berbirî mehkema konstîtûsîyon bibe

Koalîsîyona  “Ermenîstan” encamên dengdayînê qebûl nake û wê berbirî mehkema konstîtûsîyon bibe. Derheqa wê yekêda nava elametîya koalîsîyonêda hatîye gotinê. Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî koalîsîyon razalixîyê elamî wan welatîya dike, yên ku piştgirîya wê kirine.Koalîsîyonê daye dîyarkirinê wekî hîmên usa hene ku ev hilbijartin yên lêgîtîm nînin bona ku anegorî wan encama himberîhevbûna qewatê li parlamêntê bê kifşê. Hatîye dîyarkirinê wekî ji alîyê serokatîyêda rêsûrsên admînîstratîv hatine xebitandinê û gelek bijarvan girêdayî xebatên wanra dane tirsandinê. Wextê hilbijartina li gelek cîha ênêrgîya êlêktrîkî hatîye qutkirinê. “Gilî derheqa  qezayên Armavîrê, Lorîyê, Şîrakê, Aragasotinê û yên mayîndanin. Li gelek cîha binelîyên bîyanî gelek bûne û meriv tên ser wê fikirê, wekî sîstêma komaye feşkirinê xebitîye. Bi wê yekêva tevayî dengdayîna leşkera jî bin şikberîyêdane, bi saya kîjana gelek deng hatine stendinê. Progirama hilbijartinaye têknîkî kar kirîye, ya ku  îzina mecala encamên obyêktîv nade. Ji gelek cîha jî derheqa ruşetdayîna veşartîda, ya ji alîyê desthilatdarîyêda behs hatine stendinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button