Rûsîya hîvîyê ye ku wê heleqetîyên tevî Ermenîstanê bi encamên hilbijartinava bide qewînkirinê: Zaxarova
Rûsîya hîvîyê ye ku wê heleqetîyên tevî Ermenîstanê bi encamên hilbijartinava bide qewînkirinê, wekî encamên hilbijartina wê alî qewînkirina heleqetîyên tevî Moskvayê û pêşdaçûyîna welêt bikin. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
“Em hêvîdarin wekî encamên hilbijartina wê alî pêşkeftina Ermenîstanê, qewînbûna heleqetîyên rûsa-ermenîya, usa jî aşîtîya herêma Qafqasîyayê, bêqezîyabûnê û qewînbûnê bike”,- nava elametîyêda hatîye gotinê. Zaxarovayê daye dîyarkirinê, wekî serokê mîsîya Hevalbendîya Welatên Serbeste dîtindarîyê Îlhom Nêmatov daye dîyarkirinê, wekî hilbijartinên Ermenîstanê anegorî qanûna derbaz bûne û teribandinên mezin tunebûne, yên ku dikarin hukumî li ser encamên dengdayînê bikin. Qîmetîyên wî cûreyî usa jî mîsîyayên Avropayê û Şêwira Avropayêye dîtindarîyê dane”,- ewê gotîye.