Sereke
Yekîtîya Avropayê li rex Ermenîstanê ye, piştgirîyê dide ku werguhastinên kardar bêne mîyaserkirinê: Şarl Mîşêl
Serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, girêdayî hilbijartinên parlamêntîyêra, pîroz kirîye. Armênprêssê daye dîyarkirinê wekî anegorî elametîya merkeza serekwezîre prêssayê, Şarl Mîşêl daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê li rex Ermenîstanê sekinîye û piştgirîyê dide ku werguhastinên kardar bêne mîyaserkirinê. Bi wê yekêva tevayî, serokê Şêwira Avropayê gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê hazire usa jî piştgirîyê bide bona helkirina dew-doza û qewînbûna herêmê.