Sereke

Elametîya dêpartamênta ŞAY-ye dewletê girêdayî hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyêra

Girêdayî hilbijartinên Ermenîstanêye parlamêntîyêra, dêpartamênta  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye dewletê elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê:

“Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî girêdayî hilbijartinên parlamêntîyêye 2O-ê hezîranêra, cimeta Ermenîstanê pîroz dike. Em qîmetkirina mîsîya dîtindarîyêye baş silav dikin. Em xemgînîya mîsîya dîtindarîyêye derheqa tevbûyên kampanîya hilbijartinada, yên ku bi cûrê hişk hatine raberkirinê, pareve dikin.Em bangî alîya dikin wekî qedirê encamên hilbijartina bigrin û şuxulkarîyên şikyatkirinê bidine xebatê û ji zordarîya dûr bimînin, çimkî Ermenîstan dîsa berbi pêşeroja serbixwe, dêmokratîk, edil û gulvedayî dicedîne.

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî dixweze şuxulkrîya tevî Ermenîstanê bide qewînkirinê.Em bangî hemû alîya dikin ku qedirê qanûnê û prînsîpên dêmokratîyayê bigrin û em hîvîya sazkirina hukumata nûne, bona pêşxistina heleqetîyên dualî.

Bona piştgirîya pêşdaçûyîna dêmokratîyayêye li Ermenîstanê, em Lîn Trêysîya bayloz û xebatkarên baylozxana ŞAY-ye li Yêrêvanê silav dikin. Bi saya xebata wane bi kel û ced, emê hevkarîya ŞAY-Ermenîstanê dîsa pêşda bibin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button