Sereke
Elametîya spîkêrê Yektîya Avropayê, ya derheqa hilbijartinên Ermenîstanêda
Yektîya Avropayê bangî hemû hêzên Ermenîstanêye sîyasî dike ku cedandinên xwe bikin yek û tevayî bixebitin ku bi kardarî pirsgirêkên pêşîya Ermenîstanê helkin.Derheqa wê yekêda nava elametîya spîkêrê Yektîya Avropayêda hatîye gotinê.
“Yektîya Avropayê hindava çêkirina pêşeroja qewîn û gulvedayî, usa jî ya dêmokratîk amine. Em hêvîdarin wekî hevkarîya meye six wê tevî hemû îdarên Ermenîstanê îzbatbe. Em bangî hemû hêzên sîyasî dikin ku cedandinên xwe bighînine hev û tevayî bixebitin bona ku bi kardarî hemû pirsgirêkên pêşîya Ermenîstanê helkin. Yektîya Avropayê hazire heleqetîyên dualîye tevî Ermenîstanê diha zêde bidine qewînkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.