Sereke

Li Gêgarkûnîkê aşîtîparêzên rûs wê bêne cîhwarkirinê: hevraxeberdan derbaz dibin, lê alîyê mayîn jî gerekê qayîlbe: serokê ştaba sereke

Li qeza Gêgarkûnîkê aşîtîparêzên rûs wê bêne cîhwarkirinê û wextê ku qirara dawî bê qebûlkirinê, emê derheqa wê yekêda elamkin. Derheqa wê  yekêda serokê ştaba sereke Artak Davtyan gotîye.

Qirara dawî tenê ya alîyê me nîne, hevraxeberdan derbaz dibin û alîyê mayîn jî tev dibe”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî derheqa wededa wê paşê bê elamkirinê.

“Nava têrîtorîya meda tiştê usa tune ku em ji Adirbêcanê bipirsin, lê hevraxeberdan tevî alîyê rûsa derbaz dibin, çimkî pirs hene û meremê me heye ku li ser têrîtorîya me tevî azêrîya pevçûyîn tunebin û ew bêyî tu tiştî ji wir dûrkevin”,-ewî gotîye. Çawa bersiva wê pirsê ku li qeza Gêgarkûnîkê dikarin berdaxustin hebin, Davtyan gotîye, wekî tu berdaxustin wê tunebin û heger pirsa deranîna hêzên azêrîya bi rîya hevraxeberdana neyê helkirinê, wî çaxî gavên anegor wê bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button