Sereke

Nava rojên nêzîkda leşkerên rûs wê ji Gêgarkûnîkê hetanî Syûnîkê cîhwarbin: Gnêl Sanosyan

Van roja leşkerên rûs wê li qeza Gêgarkûnîkê cîhwarbin. Derheqa wê yekêda serokê qeza Gêgargûnîkê Gnêl Sanosyan gotîye  Sputnik Armênîya-ê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava rojên dawîda halê li ser sînor himberî berê qewîne û leşker qulixa xwe berdewam dikin. Ewî gotîye, wekî hevraxeberdanên sêalî berdewam dibin û xebatên cîhwarkirinê mîyaser dibin. Sanosyan daye zelalkirinê, wekî ew tevî hevraxeberdana nabe, lê haj şuxulkarîyê heye.Em bîr bînin, wekî  ji 12-ê gulanêda leşkerên azêrî li qeza Syûnîkê û qeza Gêgarkûnîkê ketine têrîtorîya Ermenîstanê û dicêribînin li wir tabîyên xwe bidine qewînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button