Sereke

Avînyan gotîye ku kengê sînorxweykirên rûs wê li Gêgarkûnîkê cîhwarbin

Tevî alîyê rûsa gotûbêjkirin derbaz dibin bona cîhwarkirina sînorxweykiraye li qeza Gêgarkûnîkê, lê ew yek wî çaxî dikare bibe, heger eskerên azêrîya bi temamî ji têrîtorya Ermenîstanê derkevin. Derheqa wê yekêda borcbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan gotîye. Bi gotina wî, Ermenîstanê ji tabîya xwe paşda venekişe. Gotûbêjkirin berdewam dibin û nava wedê nêzîkda hîvîyêne wekî êtapeke hevraxeberdana jî wê derbazbe.

“Pareskerên azêrîya gerekê ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin û emê tu cedandina nehêvşînin ku ew pirsgirêk bê helkirinê”,-. ewî gotîye.

Em bêjin wekî serokê qeza Gêgarkûnîkê Gnêl Sanosyan pêşda elam kiribû, wekî nava rojên nêzîkda sînorxweykirên rûs wê li ser sînorên Gêgarkûnîkê û Syûnîkê bêne cîhwarkirinê.Serokê ştaba sereke Artak Davtyan jî gotibû, wekî wî alîda qirara dawî hê nehatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button