Sereke

Hejmara merivên ku vaksîna dijî koronavîrûsê stendine, gihîştîye 7O OOO-î : Ermenîstan têra dibîne vaksînayên nû dest bîne

Hejmara wan meriva yên ku dijî koronavîrûsê vaksîna stendine, gihîştîye nêzîkî 7O OOO –î. Derheqa wê yekêda borcbira wezîra Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê Anahît Avanêsyanê gotîye.

“Piştî hilbijartina jî têmpa vaksînîzasîyakirinê zêde bûye”,- Avanêsyanê gotîye û bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî pêşerojêda têmpa vaksînîzasîyakirinê wê hê zêdebe. Ewê daye dîyarkirinê, wekî halê ji koronavîrûsê pêşdahatî niha rihete, lê bona ku bi temamî dawîya wê nexweşîyê bê, lazime meriv bêne vaksînîzasîyakirinê.

“Em dixebitin û em hêvîdarin, wekî payîzê wê vaksîna fîrma “Conson” bê Ermenîstanê”,- ewê gotîye.Borcbira wezîr careke mayîn bangî welatîya kirîye ku pêşîya çûyîna hêsabûnê, vaksînayê qebûlkin û daye dîyarkirinê, wekî nava 7O OOO merivîda tu bûyareke xirab neqewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button