Sereke
Hukumatê dîsa bi şeş meha qedexekirina anîna eşîyayên tirka da dirêjkirinê
Wextê civîna hukumata Ermenîstanê qirara nû hatîye qebûlkirinê, bi kîjanê qedexekirina eşîyayên tirka bi şeş meha hatîye dirêjkirinê.
Borcbirê wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan daye dîyarkirinê,wekî qirara berê qebûlkirî hetanî 1-ê tîrmehê bû û niha pêwîstî heye ku dîsa bi şeş meha wê qedexekirinê bidine dirêjkirinê. Bi gotina Kêrobyan, ew qedexe ne tenê sanksîya êkonomîkîye, lê ji alîyê bêqezîyabûnêda jî pirs hene.