SerekeSîyasî

Koalîsîyona dijî DAÎŞ-ê 53 mîlîon dolar derbazî ser hesabê wezîreta pêşmerga kirîye bona ku miaşa pêşmerga bê dayînê

Koalîsîyona dijî DAÎŞ-ê 53 mîlîon dolar derbazî ser hesabê wezîreta pêşmerga kirîye bona ku miaşa pêşmerga bê dayînê. Derheqa wê yekêda serokê merkeza koordînasîyon, ya Herêma Kurdistanê, Dêyvîd Wîlyams gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,  wekî hemû pêşmerge wê miaşa xwe bistînin, lê paşê wê careke mayîn derbazî ser miaşa her meh bibin.Ev progiram dikeve nava doranên hînkirina pêşmerga. Hevtîya derbazbûyî Wîlyams gotibû  Kurdistan 24-ê wekî ji alîyê wanda dîplom teslîmî wan pêşmerga kirine, yên ku tên hînkirinê û xêncî wê yekê jî ew tiştên anegor û miaşê distînin.Em bêjin, wekî van axirîya pareskerê hejmara 8O-yî hêzên xwe  kirine bin kontrola fermandarîya wezîreta pêşmerga.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button