Sereke
Vladîmîr Pûtîn, girêdayî serkeftina nava hilbijartinada, Nîkol Paşînyan pîroz kirîye
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn xeberdaye.Derheqa wê yekêda ji beşa prêssayê, ya serekwezîrê Ermenîstanê elamî Armênprêssê kirine. Girêdayî derbazkirina hilbijartina û serkeftinêra, Pûtînê serok Nîkol Paşînyan pîroz kirîye. Xeberdan derheqa halê li herêmê û usa jî mîyaserkirina şuxulkarîya elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î û 11-ê meha çileya sala 2O21-da çûye.
Nava vê hemtêkstêda borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê derheqa pirsa here sereke, ya paşdavegerandina dîlên leşkerî, daye dîyarkirinê.