Sereke

Wezîreta Swêdêye karên der: êrîşên Tirkîyayê bona binelîya qezîyane

Wezîra Swêdêye karên der Ann Lîndê derheqa ketina leşkerên Tirkîyayêye li Kurdistana başûr û hukumê opêrasîyonên leşkerîye li ser binelîyên edil, xeberdaye. Pêşda parlamêntvana Swêdê Emîne Kakabavê pirsîyara xwe şandibû wezîreta karên der û derheqa wî halîda raber kiribû.Derheqa êrîşên Tirkîyayêye li başûrê Kurdistanê, Lîndê gotîye, wekî nava salên dawîda Îraq nava gelek konflîktên giranda bûye û vê yekê hukumekî xirab li ser qewînbûna welêt hiştîye, halê li herêmê daye sertkirinê.Ewê daye dîyarkirinê, wekî  ew yek girînge, ku bi qedir nêzîkî mafê navnetewî û serbixwetîya Îraqêbin. Bi gotina wê, opêrasîyonên Tirkîyayêye li bakûrê Îraqê hukumî li ser qewînbûn û bêqezîyabûna herêmê dikin û mafê hûmanîtarîyî navnetewî dewê dike ku binelîyên edil biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button