AborîSereke

Meremê me ewe, ku em bi temamî anîna eşîyayên tirkî bidine qedexekirinê: borcbirê cîgirê wezîrê êkonomîkayê

Dirêjkirina  wedê qedexekirina eşîyayên tirkî berdewama qirara dawîye. Meremê me ewe ku em bi temamî anîna eşîyayên tirkî bidine qedexekirinê. Derheqa wê yekêda , borcbirê cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Varos Sîmonyan gotîye.

“Hetanî niha ji Tirkîyayê bahê 22 mîlîon diramî eşîya hatine û ew matêrîyalên çêkirinêne, yên ku nava ekonomîkayêda, bona hinek fabrîka, lazim tên”,- ewî gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku bona çi li Ermenîstanê hê dikanên eşîyayên tirkî mane, ewî gotîye wekî dema ku 2O-ê cotmeha sala 2O2O-î qirar hate qebûlkirinê ku guhartina bikin, wî çaxî îzin dane hinek bîznêsmêna ku borcdarîyên xweye anegorî peymanê biqedînin.Ewî daye dîyarkirinê, wekî firqî tune ku eşîyayên tirkî ji kîjan welata tên, çi jî hebe ew yek tê qedexekirnê. Bi gotina borcbirê cîgirê wezîr, sûkên hîmlî yên welatên  Yektîya Avrasîyayêye êkonomîkî, Îranê û Çînistanêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button