Sereke

Paşînyan tevî wezîrên welatên Yekîtîya Avropayêye karên der pirsên rojeva Yekîtîya Avropayê û herêmê gotûbêj kirine

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan wezîrê Rûmînîyayêyî karên der Bogdan Aûrêskû,wezîrê Lîtvayêyî karên der Garbrîêlqûs Landsbêrgîs, wezîrê Avstrîyayê Alêksandr Şalênbêrg, wekîlê Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê Mîxayêl Zîbêrt, wekîlê Yektîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr û li Gurcistanê Toyvo Klar qebûl kirine. Seredan ji alîyê wekîlê Yekîtîya Avropayêyî karên dere sîyasîya bêqezîyabûnê  Jozêp Borêlda hatîye teşkîlkirinê.

Nîkol Paşînyan seredana wî cûreyî silav kirîye û bîr anîye wekî ew wî çaxî têra hatibû dîtinê, wextê ku li Ermenîstanê diha zêde kirîze hebûn. “Ez şame wekî seredan wî çaxî qewimî, wextê ku li Ermenîstanê hilbijartin derbaz bûn, nava encamên kîjanada xwepêşkêşkirina cimeta meye hindava qîmetîyên dêmokratîk îzbat bû û ew yek ji alîyê teşkîletên navnetewîda bilind hate qîmetkirinê”,- Paşînyan gotîye. Bi gotina Paşînyan, ji Ermenîstanê pirsgirêka krîzeya sîyasî hatîye altkirinê û desthilatdarî dikare derbazî mîyaserkirina rojeva xebatê bibe, nava wêda usa jî mîyaserkirina qayîlnivîsara tevî Yekîtîya Avropayê.

Paşînyan rola serokê Şêwira Avropayê  Şarl Mîşêle bona paşdaanîna 15 dîlên erenîye leşkerî bilind qîmet kirîye û daye dîarkirinê, wekî Ermenîstan hazire bi gava anegor bersiva gava hûmanîtarî bide.Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku qayîlnivîsara sêalîye 9-ê mijdarê îmzekirî bi temamî bê mîyaserkirinê, hemû dîlên leşkerî paşda vegerin û halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya bê normalkirinê. Bi gotina wî, pêwîste ku hêzên azêrîyaye leşkerî ji têrîtorya Ermenîstanê derbikevin û paşda vegerine li ser tabîyên xwe. Bi xeberdana derheqa pirsgirêka Qerebagêda, Nîkol Paşînyan gotîye wekî helkirina pirsgirêkê gerekê nava dorana koma Mînskêda bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button